Wednesday, September 12, 2012

Û ji nû ve îska jiyanê bi gewriya asîmanê ket,


Û ji nû ve îska jiyanê bi gewriya asîmanê ket,
Ehmedê Yûsif


Şeva borî
Zengilên bîreweriyê bê hedar…
dîmenên tamijînê hejmartin
Ji ayendeyê re perwazin ji goştê serpêhatiyan
sazkirin… û
perdeyên dûriyê…
di germahiya hevgînê de şewitîn.
Hezar û yek şev berê
dilê wê weke kevirên qiraca gundê min
reş bû
hişk bû,
dilê min jî weke bajarên biyaniyê
mij bû
baran û lêmişt bû.
Şeva borî
dîsa bêtebatiyê…
xwe avête ber deriyê salan
di kêlikên tenahiyê de riziyan…
tevnepîrkên bendemanê.
Ji tixûbên nemanê
ber bi peravên sînga firişteyê a nîv nixumandî…
dil pijiya misteke hêmin û lihêm.
Şeva borî lêvên asoyê girnijîn…
bîranîn desthilatdar bûn
riwê berberoyê roj bû …û
perperîkên bîrêkirinê…
ji heyama guvaşa lerizînê  de…
bi ser de dikin vingeving …û
diperpitin.
Şeva borî...
pencereya ûmîdê nîvkêşî bû
jê pengizî...
xwedawendeke ji keskesor
...
û ji nû ve îska jiyanê bi gewriya asîmanê ket.

04/06/2012
Danîmark

No comments:

Post a Comment