Wednesday, September 12, 2012

Îro Jî Qileban Qubleya Me Ye

 Îro Jî Qileban Qubleya Me Ye

Vê sibê ji xewa xwe veciniqîm min got helbet bûyerin girîng çêbûne, du roj tenê mane ji sersalê re, tiştê ku hatiye bala min ewe ku gaveke mezin di şoreşa sûriyê de hatiye avêtin. Yekser beziyam ser komputera xwe û min Roj TV temaşekir… lê çi bibînim û çi nebînim, tiştê ku min dîtî berevajî hêviyên min bûn di va terafa dawiyê de ya agirê sala 2011 ̓an. Ji xwe dizanim û her kes jî dizane ku tu cudahî nîne di navbera herdû xwînmijên gelan de Erdoganê kîmawî û Beşar Esedê ne esed, û her wiha Ehmed Nîjadê nîjadperest.
Vê sibê min çavên xwe li ser xwîna gelê xwe vekirin, li gundê Qilebanê yê bi ser Şirnexê ve, dîsa Erdoxanê kîmawî diranên hovîtiya xwe tûjkirin, û xwîna nêzîkî 50 gulên Kurd rijand, gelek ji wan tov û xuncebûn, zarokbûn. ma ti wateya vê tiştî heye ji bilî regezperestî û şofîniyeta Erdoxan û desthilatdara tirk? ji niha û pêve ezê bêjim û bi dengekî bilind : Belê eve Îslam û eve muslimantî, ji ber ku kesê dibêjê ez nûnertiya Îslamê dikim pêwîst e ancama karê ku dike di bin siya musilmantiyê de ragire ser stûyê xwe. Lewre bila ti kes nebêje: Na ne eve Îslam.
Eger em kîjan rûpelê a dîrokê vekin  ji dema ku Osmanî  hatine herêmê û ta bi roja hîro, emê pêrgî  çîroka komkujiyekê werin, pêrgî welateke bi darvekirî werin, pêrgî wêrankirin û talankirinê werin, helbet Erdoxanê kîmawî jî kujerek ji nifşê kujeran e, û komkujiya Qilebanê diyarî kurda kir ku bi êş xatir ji îsal bixwazin û bi êş sala nû pêşwazî bikin.
Tiştê ku min dixwast bêjim ji kurdistaniyên me ên Rojava re, taybet kesên ku hêj guh didin derewên Erdoxan û rastiyan nabînin: rejîma Baas û AKP ger çiqas dijminê hevbin lê ku mijar  Kurd be, herdû yek rû ne û yek sîstem in. Lewre bila em hişyarbin, û bila toza derewan çavên me kor neke.

Ehmedê Yûsif
29/12/2011

No comments:

Post a Comment