Çîroka Televizyûneke Kurdî
Cara yekemîn bû gava ku xerbeliqek li ber
deriyê cîranê me li bajarê Helebê çêbûbû, zarokekî bankir : were were!! Ma ti caran te fîlmê karton bi zimanê Kurdî dîtiye?
Belê! Ew bûyer di
buhara 1995 an de bû, gava ku yekem car zarokên me kurdîtiya xwe di
televîzyonê de dîtibûn, û gelê me bi
dehan diçûn cem hev ku nûçeyên kurdî bi zimanê kurdî temaşe bikin. gavek mezin
û bê hempa bû, hîngê tevgera azadiyê deriyek ji ronahî li ser gelê kurd vekir.
Bi vekirina MED-TV hemû derew û lîstokên dijmin hatin eşkerekirin, û MED-TV bû
sembûla çapemenî û ragihandina azad, û bû dengê gelê kurd li hemû cîhanê. Lê
çavsoriya dijmin ev gav wek hilweşandinekê di hundur xwe de nirxand, ji ber ku
MED- TV hemû rûpoşên qirêjiyê û kiryarên hovane yên dijminên gelê kurd
weşandin. Lewre dewleta tirk ev TV ji xwe re kir armanc ku bi çi awayî dibe
bila bibe divê were girtin, ji ber vê yekê hemû zoriya xwe da ser Îngiltera yê
û di buhara 1999 an de ekranê MED-TV hate reş kirin, lê gelê kurd ê ku fêrî ronahiyê
bûye nema dikare di tariyê de bimîne, ji ber vê, gelê kurd xwedî li dengê xwe
yê azad derket û di heman salê de -1999 an -televîzyona MEDYA-TV vê care ji
Fransa yê roniya xwe da ser hêviyên gelê kurd, lê dîsa dijmin bi wê nekir û
gelek hewildan kir ku MEDYA-TV bê reşkirin, û ev hewildanên kirêt yên dijminê
gelê me pênc salan berxwe da, ta ku di 2004 an de ev TV jî hate girtin, îcar
ROJ ji Danmarkayê hilhat, û weşana rastiyê berdewam kir, û parastina xwe ya
rewa da meşandin li hember asîmlekirina çand û zimanê kurdî û li hember
bişavtina netewa kurd. Îro ROJ TV jî pêrgî xefkên neyaran hat; piştî gelek
hewildanan, û piştî gelek êrîşan. Li dadgehê; erdoxanê kîmyasal nikarîbû
tiştekî bikê, û nikarîbû lîsansa roj bikişanda ji ber ku dadgeha Danmarka yê rêbazên
xwe ên demokrat bi kar anî, lewre dewleta tirk berê xwe da kompaniyên ku ROJ TV
diweşînin û bi hin soz û peymanên qirêj weşana ROJ ê dan rawestandin, û niha
tenê Înternêt mayî ku ROJ her sibeh jê hiltê, ku erdoxan karibê wê înternêtê jî
li cîhanê hakbike ji bo tarîkirina ROJê,
lê dîsa jî bi sedhezaran gelê me bînerên ROJ TV ne.
Ev çîrok belkî hemû
dizanin, lê tiştê ku pêwîste bê zanîn ewe ku tarîkirina televîzyonên me tê
wateye veşartina kiryarên qirêj, û nuxmandina siyasetên kuştin û windakirin û binçavkirinê,
ji ber ku tenê ROJ TV -belê ew tenê- rûyê rastiyê dide xuyakirin, lewre bi
qasî ku ew nîşana çapemenî û ragihandina
azad e, ewqas jî zor û êrîş li ser têne kirin.
Lê dîsa jî gelê me
bi despan û îsrar e, heya ku gel xwedî li nirxên xwe derdikeve; wê her tava
rojê li ezmanê Kurdistan û cîhanê şewq bide, û ev ne ezmûna yekem e, dijmin
Med-tv girt lê Medya û Mezopotamya-tv hatin vekirin, wan Medya-tv girt lê Roj û
Newroz-tv hatin vekirin, xwestin Rojê tarî bikin lê Ronahî amadebû ku gel
nemîne di tariyê de.
Belkî hinek bêjin ma
ji bilî van ti televizyonên kurdî nînin ku gel wê di tariyê de bimîne? Lê ew bi
xwe jî dizanin ku televizyona êşa gel parvedike, û zordariya dijmin li ser
kurda eşkeredike, ew her cihê şanaziyê û nirxa bilind e. ne tenê di nav gelê
Kurd de; lê di nava gelên cihanê de jî, û wek ̓u tê zanîn ROJ TV weke televizyoneke
kurdî ji aliyê gelek profesorên zagon û
siyasetê û ji aliyê serokê rahibên
Başûrê Afrika Dîzmond Toto (ê xelata Nobil ê wergirtî); ji aliyê van ve ROJ TV
ji bo xelata aştiyê a Nobilê ya 2011 an hate pêşkêşkirin.eger van kesên biyan
ROJ TV wisa nirxandin; gelo ma Kurd divê çawa bibirxînin !?
Belkî hêviya min
ewbû ku tenê daxuyaniyek an gotineke şermezarkirinê ji bo piştgiriya ROJtv
bihata belavkirin û li binê wê îmzeyên 20 televizyonên kurdî bihata dîtin, ez
nabêjim bila her televizyoneke kurdî ekranê xwe tenê yek xulekê reşbikira wek
piştgirî, lê herî kêm di nûçeyên xwe de tenê xulekek jê re bihata veqetandin.
Û belkî jî hêviya
min ewbû ku tenê belavokek şermezarkirinê
( ji bo şermkirinê ) li ser înternêtê bihata weşandin û di binî de navên 100
rewşenbîn û ronakbîr û nivîskar û gotarnivîs û rapornivîsî bihata dîtin, hîngê mirov dizane ku çendî em
xwedanê ( xwediyê ) gelê xwe ne; xwedanê nirxên xwe ne, û hîngê mirov dizane ku
bi çi awayî dibe bila bibe gelê me êdî di tariyê de namîne.
Ehmedê Yûsif
Danîmarka
25/1/2012
No comments:
Post a Comment