Rojnamegerî û Zimanê
Kurdî
Piştî ku 114 sal bihûrîn ser rojnamegeriya kurdî gelo
zimanê kurdî gihêştiye çi astê? Di 22 yê
nîsana 1898 an de rojnameya yekemîn bi navê Kurdistan bi zimanê kurdî, tîpên
erebî derketibû, û ji wê demê heya roja îro bi dehan rojname û kovar bi zimanê
kurdî derketin, bi zaraveyên kurmancî û soranî û bi tîpên latînî û tîpên erebî,
lê di baweriya me de, ev hemû rojname û kovarên ku derketine û hêjî derdikevin,
hindik têne xwandin, ev jî gelek sedemên wê hene, hinek sedem girêdayî rewşa
kurdan a siyasî ne, û nebûna dibistanan û fêrnebûna zimanê kurdî, hinek sedem
jî girêdayî rewşa aborî ne, lê sedema herî girîng girêdayî kurdan bi xwe ye, ji
ber ku heya niha me hîsnekirî ku fêrbûna zimanê kurdî erk û peywereke netewî
ye, heya niha ew vîn û despan me di xwe de nedîtî ku fêrî zimanê dayîkê bibin.
Bê guman gava ku rojnameya kurdî a yekemîn derketiye, arnamc
jê ew bû ku çanda kurdî, dîroka kurdan û huner û kelepora kurdî li pêşberî gelê
Kurd bê ravekirin, lê helbet armanceke wê din jî hebû, ku keç û xortên Kurd
fêrî zimanê kurdî bibin, her wiha ev armanc a yekemîn bû gava Celadet Bedirxan
kovara Hawarê bi kurmanciya latînî derxistiye.
Rastiyek heye divê em Kurd hemî bizanibin, di van çend
dehsalên pêşiya me de gelek ziman di cîhanê de wê windabibin, belavbibin û
tunebibin,û wê tenê bimînin zimanên devkî, û ne dûre zimanê kurdî jî yek ji wan
zimanan be, ji ber ku zimanê ku pê neyê xwandin û nivîsandin wê bibe para
winabûnê.
Wek ku tê zanîn ziman regeza serekeye di hebûna her
nasnameyekê de, û ziman ew nasnameya civakê dide xuyakirin, lewre eger em Kurd
naxwazin nasnameya xwe windabikin pêwîste em xwedî li zimanê xwe derkevin,
fêrbibin, pê binivîsin, bixwînin û bihizirin.
Ehmedê Yûsif
22/04/2012
Denmark
No comments:
Post a Comment