Giran-
giran perdeyên tarîtiyê ji ser hevrêşimên berbangan xwe vedikişînin,
roj xwe di bêtamiya rojan de windadikin,di ser
hev re digevizin, çarşeman ji nava xwe bi dûrdixin,
tu dibê belkî bingeh siya êşê ye û hemû ronahî
awarte ne.
li wê derê, li cihê bilind an jî di tixûba
ezmanan de, çêlebazên hebûnê hînî peyvên jiyanê bûne, bûne osteyên hestan…
di pêlên bablîsokan de melevaniyê dikin,
hemû mûvikên newalan, serhişkiya hemû çiyayan bi
despanî kedî dikin, tirs ji wan ditirse, pirs ji wan dipirse: hûn çi ne?
periyên buhiştê?
Pêriyên dojehê?
Giyana suriştê?
Vîna firiştê? Helbet jîndarî ye ne mirin e.
Seydayê her kat û bîstikan:
seydayê çarşeman an seydayê her kat û bîstikan!
Ji çarşemên te bitirsin, tîpên te şevpesta
bêtebatiya xewên duvpişkên oldar in.
Ji peyvên te madtirş in pêşkûrkên axê ên bikîn,
ew xeleka mirina
wan in.
lê ji
peyvên te jî bi hêmin û aram in pêçekên îro û landikên siba û dergûşên ayendê,
ew xeleka
hebûna lalên nûpeldayî ne.
Seydayê çarşeman an seydayê her kat û bîstikan!
Di pê te re çibû û çi nebû.
Gelo tu agahdarî !?
Paytextên gerdûnê dizanin tu çiya û darî,
Pertav û arî,
Lê dûrî , tenhayî , hejarî.
Gelo tu agahdarî !?
Rustemê te radestî nemiriya Cûdî kirin, û rojava
raperî,
Çîçeka te li hespa Dewrêş kirin, û Botan dagirî,
Elîşêrê te vê payîzê ber bi asoya girnijok ve
rêkirin, û Sîwas azirî... û çar çirûskên dî li hêviya çarşemê bûn, û hê jî li
hêviyê ne...
Dilniyabe
seydayê axa gewreyan! silavên te gihandin Egîd û Zîlan û Şîlanan...
Helb-hestên
çarşeman:
Ey bûyera dûr a ku di hundurê bûyerê de!
Ji helbestên xwe tenê bişîne hestekê,
Rêke,û hemû tişt birêk û pêke.
Bawerin derbeder ku tu agahdarî feleketa asîmanan
bûyî, arîşanên te hejiyan bi Wanê re,
Xwedê jî carna ji dexsokiya xwe namîne, bi tariyê
re li hevdike, guhdide nifirên dilhîm û nemerdan.
Pêrçemokên mirinê, kundên kavilkirinê, pilindirên
zingara mejiyê kufikî, vê payîzê, rê li buhara sî û şeş pinpinîkên berberoyê
girtin - ma kesekî tu agahdakiriye seyda!!-
Ji jooor ve, jehrbaran kirin, agirbaran kirin, bombebaran kirin,
xerdelbaran kirin, sotandin sî û şeş perperîkên tavsorkê...
Dilniya be seyda... qurnefîlên vîna wan li
seranserî dîroka hebûnê belavbûn... û
wê bidome.
Ehmedê Yûsif
7/11/2011
No comments:
Post a Comment