Ji ber tenişta bîranînên nîvçemayî, kerrikên firişteya nandoz yên berê di hembêza atûna xwe de kedî dikim, û kesera heşt payîzan
di vistanekê de dikişînim.
Hesreta heşt heyamên bîrêkirinê, tenê di şevekê de dirijînim.
Erê lêê..!
Beleteyên te yên bi destên min
û yên xapînokên zemên gihêştine, îşev dikin nizeniz.
rehên ji bîstikên veqetandinê ve
ziwa mane,
Bi lêvikên daxwazên har
îşev ji hewes û xweşiyê
dişewitin û dibin kiz.
Erê lêê..!
Hewedarê pir tiştên te me.
8/2/2015
No comments:
Post a Comment